Elmanya wê tazmînatê bide cotkarên ku germê xisar li wan kiriye
Hikumeta Elmanyayê wê alîkariya aboriyê bide cotkarên ku ji ber germê xisar li çandiniya wan bûye.
Hikumeta Elmanyayê wê alîkariya aboriyê bide cotkarên ku ji ber germê xisar li çandiniya wan bûye.
Li Elmanyayê ku ji sala 1881'ê û vir ve havîna herî germ e, ziwatiyê bandoreke giran li cotkaran kir. Ji ber ku 100 hezar cotkar xisirîn, hilberîna li Elmanyayê 20 ji sedî kêm bû.
Wezîra Çandiniyê ya Elmanyayê Jûlîa Kloeckner diyar kir ku pirsgirêka ziwatiyê li gelemperiya welêt heye, lewma pirsgirêkeke federal e û di asta federal de wê were nirxandin. Kloeckner diyar kir ku wê alîkariya aboriyê bi cotkaran re bê kirin. Tê gotin ku paketeke alîkariyê ya ji 340 milyon Euroyî hatiye amadekirin.
Sala 2003'an ji bo cotkarên ku germê xisar li wan kiribû, bi 72 milyon Euroyî alîkarî hatibû kirin.