Merkel a ku li Parîsê bi Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron re hatin ba hev, têkildarî temamkirina pêşnûmayên reformên YE li hev kirin. Herdu pêşeng hedefa wan ev e ku heta meha Pûşperê di vî warî de encaman bistînin.
Tê diyarkirin ku koça hevpar, polîtîkaya îltîcakirinê ew ê di nav reforman de cih bigire.
Serokwezîra Elmanyayê Merkel piştî hevdîtina bi Macron re diyar kir ku tevgerînên hevkar êdî pêwistiyek e. Merkel diyar kir ku di hevdîtina wan de Serokkomar Macron piştgirî nedaye hemû pêşniyazên wan.
PÊŞNIYAZÊN MACRON
Di nav pêşniyazên Macron de polîtîkaya hevpar a herêma Euroyê û Wezareta Maliyeyê ya Euroyê heye. Ev pêşniyaz ji aliyê Hollanda ya ku di herêma Euroyê de ye û ji aliyê Swêdê ya ku ne endamê YE’yê ye, hatibû redkirin.
Hatibû ragihandin ku ew ê wezîrên maliyeyê yên Fransa û Elmanyayê heta civîna YE a di meha Hezîranê de hin amadekariyan bikin.