Elmanya piştî şerê sar û vir ve cara yekem ku ewqas bi çek dibe!

Elmanya ragihand di çarçovyea endamtiya NATO’yê de îsal 47 Milyar eûro ji bo amûrên leşkerî veqetandiye. Ev hejmar piştî şerê sar û vir ve Elmanya cara yekem e ku budceyek evqas ji bo mezaxtina leşkerî vediqetîne.

Rêveberya Berlînê ji bo NATO’yê ragihand ku rêjeya mezaxtina leşkerî ya îsal 37,32 Milyar eûro diveqetîne. Elmanya bi vê hejmarê dibe yek ji welatên ku mezaxtina leşkerî li xwe digire ye. Ev rêje li gorî sala 2018’an ji sedî 5 zêde bûye. Ev jî piştî şerê sar ê berî 40 salî cara yekem e pêk tê.

Her wiha li gorî nûçeyên di medyaya Elmanya de cih digirin, Elmanya ji bo 2020’ê ji niha ve amadekariyên buceyeke j49,67 milyar eûro veqetîne dike. Tê diyarkirin ku ev hejmara heta dawiya hefteyê ji bo navenda NATO’yê bê ragihandin.