Elmanya jî wê Peymana Koçê ya Neteweyên Yekbûyî qebûl bike

Peymana Koçê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ku DYA û gelek welatên Ewropayê li ber rabûn, tê gotin wê ji aliyê hikumeta Elman ve jî bê qebûlkirin.

Li gorî nûçeya kovara Der Spîegelê, koalîsyona ji partiyên yekîtiya Xiristiyan (CDU-CSU) û Partiya Sosyal Demokrat (SPD), wê Pakta Koçê ya ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve hatiye amadekirin, qebûl bike.

Di nûçeyê de hate ragihandin, partiyên koalîsyonê li ser metnekî der barê Pakta Koçê de li hev kirine û dengdana li ser metnê jî di nava vê hefteyê de li Meclîsa Federal (Bûndestag) bê kirin.

Berdevkê Koma Meclîsê ya CDU Mathîas Mîddelberg li ser mijarê ji ajansa nûçeyan a DPA re axivî û îdîa kir ku Pakta Koçê divê 'xizmetê ji berjewendyên Elmanyayê re bike'. Mîddelberg got, armanca wan kêmkirina koçberiyê ye.

Tê payin, Peymana Koçê ya Neteweyên Yekbûyî 10-11'ê Kanûnê li Fasê pêşkêşî dengdanê were kirin. Li gorî peymanê, divê koça li gelemperiya cîhanê di çarçoveya hurmeta li pîvanên diyarkirî 'bi ewle û rêk û pêk' bê nirxandin. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Awûstûrya, Çekya, Polonya, Bûlgarîstan, Macarîstan, Îsraîl û Estonyayê beriya niha dabûn xuyakirin ku ew ê li ber Pakta Koçê rabin.