Elmanya ji vekişandina DYA’yê ya ji Sûriyeyê aciz e

Wezîrê Karê Derve yê Elmanyayê Heîko Maas derbarê vekişandina DYA’yê ya ji Sûriyeyê got: “Dibe ku ev vekişandin xisarê bide têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê.”

Serokê DYA’yê Donald Trûmp diyar kiribû ku DAÎŞ têk çûye û ew ê hêzên taybet ên Emerîkayê ji Sûriyeyê vekişînin. Hikûmeta Federal a Elmanyayê bi awayekî sergirî diyar kir ku ew li dijî vekişandina DYA’yê ya ji Sûriyeyê ne.

Wezîrê Karê Derve Heîko Maas li ser hesabê xwe yê medyaya civakî diyar kir ku pişta DAÎŞ’ê hatiye şikandin lê xetere hê jî didome. Maas got: “Dibe ku ev biryar xisarê bide têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê û dibe ku nehêle ev têkoşîn bi ser bikeve.”

LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRKAN DERNEKETIBÛN

Dewleta Tirk û çeteyên wê di Çileyê de êrîşî Efrînê kiribû. Ligel ku mûxalefeta Elmanyayê her dem diyar kirin ku li Efrînê sûcê mirovayetiyê tê kirin û hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin jî rêveberiya Berlînê NATO û Neteweyên Yekbûyî nexistibû nav tevgerê. Rêveberiya Berlînê çavê xwe ji vî tiştî re girtibû ku artêşa Tirk di dagirkeriya Efrînê de tankên Elmanyayê yên Leopar 2 û çekên giran ên Elmanyayê bi kar bîne.