Elmanya çekan difiroşe ji şerên li Lîbya û Yemenê

Hate diyarkirin ku Elmanyayê di sala 2020’an de herî kêm bi qasî milyarek eûro çek firotiye ji aliyên ku li Lîbya û Yemenê şer dikin.

Wezareta Aboriyê ya Elmanyayê bersiv da pirsnameya Partiya Keskan û diyar kir ku hatiye pesendkirin ew di sala 2020’an de bi qasî 5 milyar eûroyan çekan bifiroşin welatên biyan. Di sala 2019’an de firotina çekan bi qasî 8 milyar eûro bû û di sala 2020’an de ev hejmar daket 5 milyaran.

Heta 17’ê Kanûna 2020’an Elmanyayê pesend kiriye ku bi qasî 753 milyon eûroyan çekan û malzemeyên leşkerî bifiroşe. Li gorî van hejmaran bi qasî 305 milyon eûroyan firotine Katarê, bi qasî 51 milyon eûroyan firotina Emîrtiya Ereban a Yekgirtî, bi qasî 22 milyon û 900 hezar eûroyan jî firotine Tirkiyeyê.

Di nav vana welatan de Lîbya û Yemen jî hene. Misir, Emîrtiya Ereban a Yekgirtî, Urdun û Bahreyn li Yemenê di nav koalîsyonê de ne. Ev koalîsyon li dijî milîsên Hûsî şer dikin ku Îran jî piştgiriyê dide Hûsiyan.

Neteweyên Yekbûyî gelek caran diyar kiribû ku Tirkiye û Emîrtiya Ereban a Yekgirtî çekan difiroşe hêzên li Lîbyayê û ambargoya NY binpê dikin..