Elmanya 700 hezar Euro da saziya Erdogan!

Derkete holê ku hikûmeta Merkel par 724 hezar Euro pere destek daya DÎTÎB’ê ya saziya diyaneta Tirk ku li Elmanya mîna şûbeya rejîma Erdogan dixebite.

Par li gel ku li ser Yekîtiya Îslamê ya  Tirk a Karê Diyanetê (DÎTİB), ku ji hêla her kesî ve tê zanîn mîna şûbeya rejîma Erdogan dixebite, lêpirsîn hatibû vekirin jî, hikûmeta federal a bi pêşengiya Merkel ti caran têkiliyên xwe yên bi vê saziyê re nebiriye.

Desteya darayî ya li DÎTİB’ê ku di rapora Teşkîleta Parastina Destûrê ya welêt de, ku beriya bi çend mehan hatibû weşandin û derketibû holê ku îstîxbarata Elman wê dişopîne jî, heman salê berdewam kiriye.

Agahiyên nû yên li ser DÎTİB’ê, di pirsnameya Ji bo Elmanya Alternatîf (AfD) de, ya li ser desteka saziyên koçber derketibû holê, ku AfD li Meclîsa Federal, li dijî demokratên Xiristiyan /demokratên sosyal partiya muxalefeta sereke ye. Li gorî vê 2017’an bi tevahî 724 hezar Euro alîkariya pereyan bi DÎTÎB’ê re hatiye kirin.

ERDOGAN BERNAMEYA XWE YA LI ELMANYA ANÎ SER BELAŞIYÊ

DÎTİB nêzî Konseya Misilman e ku, ev konsey armanc dike hemû Misilmanên li Elmanya temsil bike. Heman salê 914 hezar Euro dane Konseya Misilmanan.

Her wiha hate gotin hikûmeta Merkel ji bo 2018’an jî bûdçeyeke mezin ji DÎTİB’ê re veqetandiye. Wezaretên fedeal dibêjin ji 2012’an ve nêzî 6 milyon Euro alîkariya pereyan li DÎTİB’ê hatiye kirin.

DÎTİB dibêje ew van pereyan ji bo ‘projeyên entegrasyonê’ bi kar tînin, mijara ku DÎTÎB li mizgeft, komele û dibistanan xebatên çawa dike demeke dirêj ketibû rojeva raya giştî û medyaya Elman de. Bi belgeyan derketibû holê ku 2017’an, dema ku têkiliya rejîma Erdogan û hikûmeta Merkel ne baş bû, melayên DÎTİB’ê li mizgeftan bi navê weazan propagandaya Erdogan dikin û di dersên dîn de, zor li zarokan dikin ku bibin sîxûr.

LI MIZGEFTÊN DÎTÎB’Ê ‘SÛREYA FETÎH’Ê DIDIN XWENDIN

Dozgeriya federal 2017’an li ser hin melayên endamên DÎTİB’ê lêpirsîn vekiribû lê Kanûna bihurî ragihandibû ku wan ev dosya girtine. Dosyaya lêpirsînê li ser 19 peywirdarên DÎTİB’ê bû.

Serê vê salê jî, derketibû holê dema ku êrîşên Tirkiyê yên li ser Efrînê dest pê kiribû, weke ku ji Diyaneta Tirk re hatibû şandin, ji DÎTÎB’ê re jî ferman hatibû şandin. Ateşeyê Xizmetkarê Dîn ê li Sefaretxanya  Berlînê ya Tirkiyê peywirdar, Ahmet Fuat Çandir, li ser hesabê xwe yê medyaya sosyal ferman dabû û gotibû, ‘’ji bo serfiraziyê diayan ji leşkerên me re bikin’’.

Siyasetmedarên Elman ku di nav wan de endamên hikûmeta federal jî hebûn, daxwaz kiribûn ku neyê hiştin ku li mizgefan propagandaya şer were kirin, li Eyaleta NRW’yê, li bajarê Herfordê, li mizgefteke DÎTİB’ê tiştên ku bûyin, dîmenên ‘Ciwanên Hîtler’ ên dema Elmanyaya Naziyê bi bîra mirov xistibûn.

Di çalakiyeke DÎTİB’ê de, li mizgefteke DÎTİB’ê kincên leşkeran li zarokên  Tirk kiribûn, ku temenê zarokan di navbeyna 4-7’an de bû. Piştre bi çekên pêlîstok sirûdên nîjatperest bi wan dabûn xwendin. DÎTÎB weke ku tiştekî baş kiribe, piştre ev dîmen li ser medyaya sosyal par ve kiribû. Lê piştî ku siyasetmedarên Elman li dijî dîmenan helwest nîşan dabû, dîmen li ser înternetê hatibû rakirin.