El Nûsra li Arselê têk çû

Li herêma Arselê ku di nav sînorên Lubnanê de ye û di bin kontrola El Nûsra de bû Hîzbûllah bi teqezî bi ser ket. Çeteyên Nûsra yên ku sax mane û malbatên wan wê biçine Îdlibê.

Operasyona Hîzbûllahê ya Lubanê ku bi mebesta paqijkirina çeteyên li sînorên Sûriyê-Lubanê bi dawî bû. Televizyonên El Menar û SKY News diyar kirin ku di şer de Hîzbûllaha Lubnanê ya bi pêşengiya Hasan Nasrallah insîyatîv bi temamî bi dest xistiye.

Hate diyarkirin ku hevdîtin bi rêya Hikûmeta Lubnanê çêbûye û agirbest hatiye ragihandin. Agirbest bi saeta xwecih saet 06.00’an wê dest pê bike, çeteyên Nûsra yên ku sax mane û malbatên wan wê derbasî Idlibê ya Sûriyê bibin. Her wiha 3 şervanên Hîzbûllahê yên ku Nusra ew êsîr kiribûn wê werin berdan.

Bi lihevkirina hikûmetên Sûriyê û Lubnanê wê tehliyeya yên li Arselê pêk were. Hîzbûllah Lubnanê bi daxuyaniyeke fermî diyar kir ku herêmên ku hatine xilaskirin wê dewrî hikûmeta Lubnanê bikin.