Efrîka li stratejiya derketina ji krîzê digere

Bi krîza ekonomîk re li hemberî rîska hejarbûnê welatên Efrîkayê planek amade kirin û hewl didin bandorên krîzê kêmtir bikin.

Ji ber şewba Covîd-19’ê li dinyayê krîzeke tendirustiyê heye. Ji Şerê Cîhanê yê 2’emîn û vir ve krîzeke mezin heye. Wê ev krîz herî zêde bandorê li Efrîkayê bike.

Li Efrîkayê heta niha 62 hezar nexweşên koronavîrusê hatine tespîtkirin û 2200 kes jî mirine

Ji ber şewbê ji nav 53 welatên Efrîkayê li 42 welatan qedexeyên derketina derve hatibû ragihandin û ji ber vê çalakbûnên aboriyê jî sekinîbûn. Her meh wê 65 milyar dolar têkevin xisarê. Lê parzemîna Efrîkayê nikare vî barî hilgire. Ji ber ku ji sedî 40’ê 1,3 milyar kesan di karên rojane de dixebitin.

Tê diyarkirin ku bi sekinandina leza vîrusê wê qedexeyên derketina derve gav bi gav were rakirin.

Komîsyona Ekonomiyê ya Efrîkayê ya girêdayî Neteweyên Yekbûyî ya li Addîs-Abebaya Etîyopyayê planek weşand. Di vê planê de pêşniyaz tê kirin. Ji aliyekî ve hewl tê dayin tendirustiya mirovan were parastin û ji aliyê din ve jî dixwazin pêşiya têkçûna ekonomiyê bigirin.

Di nav pêşniyazan de tê xwestin ku bila test zêde were kirin û karên ji bo ekonomiyê jî gav bi gav were destpêkirin. Di nav planan de tê diyarkirin ku divê ji bo koronavîrusê derman werin peydakirin.

Di planê de tê xwestin ku bila modela Vîetnamê were pêkanîn. Li Vîetnamê ya ku 95 milyon kes lê dijîn û 1400 kîlometre sînorê wê bi Çînê heye, bi saya tevdîran heta niha bi tenê 270 kes bi koronavîrusê ketine.