Edaleta Elman biryar da ku Pûîgdemont radestî Spanyayê bike

Edaleta Elman, ji ber yek ji sûcdariyên ku li lîderê Katalan ê li sirgûnê Carles Pûîgdemont tê kirin, biryar da ku radestî Madrîdê were kirin. Sûcdariya "raperînê" jî red kir.

Di biryara dadgeha Schleswîg-Holsteîn de hate gotin, "Daxwaza îadekirinê ya li ser sûcdariya 'bikaranîna fonê gelemperiyê bi rengekî nebaş' dikare bê qebûlkirin. Radestkirina bi sûcdariya raperînê, nayê qebûlkirin."

Dadgehê ji bo kar û barên radestkirina Pûîgdemont işaret bi dozgeriyê kir û ragihand, heta wê wextê wê Pûîgdemont serbest be.

Serokê berê yê Herêma Xweser a Katalonyayê Pûîgdemont, ji meha Cotmehê dema ragihandina serxwebûnê û vir ve li sirgûnê dijî. Pûîgdemont ku xwe li Belçîkayê girt, ji ber biryara girtinê ya ji aliyê Spanyayê ve hate derxistin, roja 25'ê Adarê li Elmanyayê hate girtin. Pûîgdemont piştre bi kefaletê hate berdan û ji bo biryara li ser dersînorkirina wî zelal bibe, hîn li Berlînê ye. Eger Pûîgdemont radestî Spanyayê were kirin, wê ji ber organîzekirina referandûma 1'ê Cotmehê karibe 25 salan cezayê girtîgehê bixwe.