Ebadî li Basrayê hate protestokirin

Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ji bo lêkolînkirina xwepêşandên li Basrayê çûbû bajar, Ebadî li bajar hate protesto kirin.

Li bajarê Basra yê Iraqê ku ji aliyê petrolê ve herêmeke dewlemend e, xwepêşandanên roja 8'ê Tîrmehê dest pê kirîbûn, didomin.

Piştî mudaxelaya tund ya ji bo çalakiyan qedexeya derketina derve hatibû îlankirin. Serokwezîrê Iraqê Haydar Ebadî ji bo lêkolîna ‘projeyên ji bo başkirina xizmetguzariyê’ çû Basrayê. Ebadî bi endamên kabînê re çû bajêr û li vir bi girseyî hate protesto kirin.

Di çalakiyên protestoyê de daxwaz tê kirin ku Ebadî erka hiqûqî ya hikûmetê bicih bîne, elektirk, av, bêkarî û  pirsgirkên bingehîn berî demekê çareser bike.

Li aliyê din parlamenterê Basra Hasan Hallatî têkildarî çalakiyên protestoyê yên li bajar daxuyanî da çapemeniyê û gotibû 25 parlamenter daxwaz ji Ebadî kirine ku Fermandarê Operasyona Basra Ceîl Eş-Şemerî ji wezîfeyê bigre.