Ebadî çû serdana Mûsûlê

Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî çû serdana Mûsûlê.

Di dema ku operasyona li Mûsûlê li ber bidawîbûnê ye, Serokwezîrê Iraqê Haydar El Ebadî çû serdana bajêr. Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Ofîsa Serokwezîrtiyê wiha hate gotin: “Serokwezîrê Iraqê û serfermandarê operasyona Mûsûlê Haydar El Ebadî çû serdana Mûsûlê.” Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Ebadî têkildarî operasyonê agahî wergirtiye.

Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê Hezîrana 2014’an de Mûsûl dagir kiribû û di 17’ê Cotmeha 2016’an de jî operasyon hatibûn destpêkirin. Rojhilatê bajêr di 24’ê Çileyê de ketibû bin kontrolê û ji bo rizgarkirina aliyê Rojava jî ji 19’ê Sibatê û vir ve operasyon didomin.

Tê diyarkirin ku tenê 5 tax di destê DAIŞ’ê de mane.