DYE'yê sê mehên din Iraq ji ambargoya ser Îranê bêrî kir

Rayedarekî hikûmetê yê Iraqî got Washîngotê sê mehên din jî Iraq ji ambargoya ser Îranê bêrî kiriye û dikare enerjiyê bistîne.

Rayedarekî Iraqî  ku nexwestî navê xwe bide ji AFP'ê re got DYE'yê ji bo hinerdekirina enerjiyê 3 mehên din dane Bexdayê. Hate gotin, ji bo ku Iraq ji ambargoyê were bêrîkirin Bexda û Washîngtonê gotebêjên dûvdirêj kirin.

Ev jêbêrîkirin ji bo Iraqê ku yek ji devera herî girîng a cîhanê ye, pir girîng e. Ji ber zêdebûna germê, elektrîk zêde diçe. Hikûmet ditirse heke enerjiyê peyda nekin, li Iraqê dîsa wê çalakiyên protestoyê werin kirin.

Iraq ji bo santralên xwe bixebitîne bi giştî hewceyî gaz û elektrîka Îranê ye. Bi giştî her roj çend saetan elektrîk diçe. Ji ber ku binesaziya elektrîkê kevn e û têrê nake. Li gorî Saziya Enerjiyê ya Navnetewî 40 ji 100'î ya elektrîka ku tê hilberandin ji broiyên qul diçirize.

Washîngtonê Gulana  2018'an piştî ku ji peymana nukleerê ya Îranê re vekişiya, li ser Îranê jidand, Mijdarê sektora enerjiyê ya Îranê jî kete ber hedefa ambargoyê.