DYE'yê bombe li sîstema fuzeyan a Hûsiyan barand

Fermandariya Leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ya li Rojhilata Navîn (Centcom) ragihand ku roja Çarşemê sîstemên fuzeyan ên Hûsiyan ên li Yemenê çar caran hatiye bombekirin.

Di daxuyaniya Centcomê de hate gotin, "21'ê Sibatê bi dema Sanayê saet di navbera 00:00 û 18:45'an de hêzên Centcomê li dijî sîstema fuze ya li dijî keştiyan û sîstemeke fuze ya balîstîk a mobîl ku ji bo êrişa li Derya Sor dihatin amadekirin, çar êrîşên parastinê hatin kirin."

Hate ragihandin ku hêzên Centcomê her wiha droneyeke ji teqemeniyan jî xistine.

Centcomê ragihand ku sîstemên fuze û balafirên bêmirov ên li herêmên Yemenê yên di bin kontrola Hûsiyan de ne, "gefeke ji nêz ve" ye.

Hûsî ji meha Mijdarê û vir ve li peravên Yemenê êrîşî keştiyên ku îdîa dikin pêwendiya xwe bi Îsraîlê re hene, dikin.

Hûsî îdîa dikin ku ji bo piştgiriya bi Fîlîstîniyan van êrîşan dikin.