DYE’yê bang li Tirkiyê kir ku dev ji S-400’an berde

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Antony Blînken bang li Tirkiyê kir ku dev ji sîstema parastina hewayî S-400 a Rûsyayê berde û fikarên xwe yên derbarê vekêşana Enqereyê ya ji Peymana Stenbolê anîn ziman.

Wezîrê Karên Derve yê DYE’yê Blînken, di dema civîna NATO’yê ya li Brukselê de bi Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglu re civiya.

Berdevkê Blînken Ned Prîce got, “Wezîrê Karên Derve Blînken bang li Tirkiyê kir ku xwe ji sîstema parastina hewayî S-400 a Rûsyayê vekêşe, fikarên xwe yên derbarê vekêşana Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê ya ji bo pêşîlêgirtin şîdeta li dijî jinê, şîdeta nava malê û têkoşîna bi van re anî ziman û teqezî bi girîngiya saziyên demokratîk û rêzgirtina ji bo mafên mirovan kir.”

DYE difikire ku sîstema S-400 ne li gorî NATO’yê ye û gefê li ewlekariya teknolojiya NATO’yê dixwe.

Rêveberên Yekitiya Ewropayê jî divê di dema civîna roja Pênçşemê de helwestên xwe yên li dijî Tirkiyê diyar bike.

Seroka Konseya Ewropa Charles Mîchel di nameya xwe ya ji bo vexwendina civînê de, diyar kir ku wê welatên endam “bi ast, bi şert û veger” girîngiyê bi hewldanek a wê bidin û wê heta lûtkeya di Hezîranê de Enqereyê bixe bin çavdêriyê.