DYE'yê 30 rojên dî jî Iraq ji ambargoya ser Îranê bêrî kir
Rêveberiya DYE'yê 30 rojên dî jî wext da Iraqê ku kaneke nû bibîne, Iraq piraniya hewcehiya xwe ya bi elektrîkê ji Îranê distîne.
Rêveberiya DYE'yê 30 rojên dî jî wext da Iraqê ku kaneke nû bibîne, Iraq piraniya hewcehiya xwe ya bi elektrîkê ji Îranê distîne.
Bi çarçoweya ambargoya li ser Îranê, ya ku ku DYE'yê danî, biryar hatibû standin welat û şîrketên bi Tehranê re têkiliyên bazirganî datînin, ambargoya li ser wan were danîn.
Donald Trûmp li bara vê polîtîkaya zextê ya li ser Îranê ya ku di nav krîzeke mezin a ekonomîk û sosyal de ye, ji bo demekê Iraq jê bêrî kiribû.
Lê hikûmeta DYE'yê 30 rojên dî da Iraqê ji bo hewcehiya xwe ya elektrîkê ji bilî Îranê ji devereke dî peyda bike. Piştî vê demê li nîvê Sibatê 45 rojî dî hatibû dirêjkirin û bi biryareke nû, heta dawiya Nîsanê heke ji Îranê îthalata elektrîkê bike wê guşar li ser Iraqê jî were kirin. Hate diyarkirin ev agahî ji hêla rayedarên payebilind ên Iraqiyan ve jî hatiye piştrastkirin.