DYE wê leşkerên Qibrisê perwerde bike

Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo got, ji bo aramiya rojhilatê Derya Spî wê leşkerên Qibrisê perwerde bikin.

Karên sondajê yên Tirkiyeyê ku bi rengekî neqanûnî li rojhilatê Derya Spî dike û hewldanên bi dagirkirina Lîbyayê li ser çavkaniyên gaza li herêmê dike, aloziya li herêmê zêde dike.

Di demekê de ku aloziya ji ber Tirkiyeyê bilind bûye, Wezîrê Karên Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo ragihand, ku di navbera DYE û Qibrisê de di çarçoveya "Berfirehkirina têkiliyên ewlehiyê" de Wezareta Karên Derve yekemcar ji bo perwerdekirina leşkerên Komara Qibrisê fonek veqetandiye.

Pompeo li Washîngtonê di civîna çapemeniyê de ragihand ku wê leşkerên Komara Qibrisê ya Yekîtiya Ewropayê perwerde bikin û got, "Ev gav ji bo piştgiriya bi aramiya li rojhilatê Qibrisê, beşek ji hewldanên me yên ji bo xurtkirina têkiliyên bi hevkarên xwe yên herêmî re ye."

Perwerdeya leşkerî ya navborî weke parçeyek ji Bernameya Perwerde û Fêrkariya Leşkerî ya Navneteweyî ya DYE'yê tê dîtin.

Hate gotin ku di çarçoveya bernemayê de wê perwerde ji efserên biyanî re bê dayin û tê xwestin ku xebatên hevpar ên leşkerên welatê dost ên bi artêşa DYE'yê re bên xurtkirin.

DYE'yê di Kanûna 2019'an de biryar dabû ku ambargoya çekan a li ser Komara Qibrikê rake. Biryara ambargoyê ji bo pêşî li pêşbirka biçekkirinê ya navbera aliyên li Qibrisê asteng bike û tevkariyê li çareseriya aştiyane bike sala 1987'an hatibû wergirtin.

DYE'yê her wiha têkildarî karên dewleta Tirk ên li ser lêgerîna li gaza xweza ya li rojhilatê Derya Spî diyar kiribû ku ew piştgiriyê didin mafên Komara Qibrisê.