DYE û Koreya Başûr sîmulasyona ‘şerê nukleer’ pêşkêş kirin

DYE û Koreya Başûr bi tatbîkateke hevpar sîmulasyona ‘şerê nukleer’ pêşkêş kirin.

Di daxuyaniya hevpar a Washîngton û Seûlê de hate gotin “Dema ku mirov li polîtîkaya nukleer a agresîf a Koreyta Bakur û pêşketina di kapasîteya nukleer de dinihêre,  tê dîtin ku senaryoya sîmulasyonê bala xwe dide ser îxtîmala ku wê Koreya Bakur çekên nukleer bi kar bîne.”

Her du welatan diyar kirin ku ew amade ne, bersivê bidin gefên ‘nukleer’ ên Koreya Bakur.

Heyeta ku leşker, rayedarên wezaretên parastin û karên derve ên her du welatan tê de amade bûn, vê Çarşemê ev sîmulasyon li Pentagonê kirin. Di heman rojê de li Behra Japonyayê, leşkerên Emerîkî, Koreya Başûr û Japonî tatbîkatek kirin.

Par Koreya Bakur xwe wekî ‘dewleta nukleer’ dabû îlankirin. Ji ber vê DYE û tifaqên wê hevkariya leşkerî ya bi Koreya Başûr zêde kirin.

Koreya Bakur komek fuzeyên balîstîk ceribandibû û di 26’ê Kanûnê de 5 dronên xwe şandibû ser sînorê Koreya Başûr. Ji ber vê Koreya Başûr balefirên xwe rakiribû.