DYE û Çînê di mijara baca gumrukê de li hev nekirin!

Hêviya ji bo bidawîbûna şerê bazirganiyê yê navbera DYE û Çînê, bi daxuyaniya li ser lihevnekirina der barê baca zêde ya gumrukê careke din têk çûn.

Wezîrê Maliyeyê yê DYE'yê Steven Mnûchîn û nûnerê ji bazirganiyê berpirsyar Robert Lîghthîzer daxuyaniyeke çapemeniyê dan û ragihandin ku di lihevkirina meha Kanûnê de pêşketin heye. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku detayên liyhevikrina 'qonaxa destpêkê' ya lihevkirina meha Kanûnê wê îro (15'ê Çileyê) bên ragihandin. Tê gotin ku rêjeya berhemên ku Çîn ji DYE'yê dikire di nava vê lihevkirinê de nîne.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji bo kêmkirina baca gumrukê ya zêdekirî ku beriya niha hatibû destnîşankirin, ti lihevikrineke nivîskî û devkî di nava vê peymana 'qonaxa destpêkê' ya li Qesra Spî bê îmzekirin nîne. Di daxuyaniyê de hate gotin, îdîayên berevajî vê yekê 'derew in'.

Serokê DYE'yê Donald Trûmp ku di destpêka sala 2017'an de dest bi wezîfeyê kir, bi hinceta bazirganiya bi Çînê re li dijî welatê wî ye, li ser berhemên ji vî welatî tên kirîn baceke zêdetir ferz kir. Trûmp ev yek jî ji sala 2018'an û pê ve qonax bi qonax xiste meriyetê. Çînê jî bersiv da Trûmp û bac li ser hin berheman ferz kir.