DYE: Rejîma Sûriyê çeka kîmyewî bi kar anî!

Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê Mîke Pompeo îdîa kir rejîma Beşar Esad gulanê li Lazkiyê çeka kimyewî avêtiye.

Pompeo got piştî lêkolînên ku welatî wî kirî diyar bûye ku 19'ê Gulanê li Lazikiyeyê di êrîşekê de gaza klorê hatiye bikaranîn. Pompeo her wiha got çeka kimyewî di êrîşa Idlibê de li ser çeteyan jî hatiye bikaranîn.

Wezîrê Karê Derve yê DYE'yê diyar kir rejîma Esad gelek caran êrîşa kimyewî aniye û heta niha bi hezaran kes mirine û birîndar bûne û got welatê wî ji bo ronîkirina êrîşê wê alîkariya zêdek bike. Pompeo got bi vê aramncê wê alîkariya 4,5 milyon dolarî bidin Rêxistina Qedexekirina Çekên Kimyewî (OPCW)