DYE: Li Dohayê di danûstandinên bi Îranê re ti gav nehate avêtin

Wezareta Karên Derve ya DYE'yê ragihand ku li Dohayê di danûstandinên neyekser ên bi Îranê re ti gav nehatiye avêtin.

Berdevkekî Wezareta Karên Derve ya DYE'yê got, "Li Dohayê hevdîtinên neyekser bi dawî bûn."

Berdevk wiha dewam kir, "Em li ber dikevin, ji ber ku Îranê careke din red kir ku bersiveke erênî bide hewldana Yekîtiya Ewropayê."

Rayedarê Amerîkî diyar kir ku di danûstandinan de yên li Dohayê ti gav nehatiye avêtin.

Berdevkê Amerikî diyar kir ku Îran mijarên ku tu eleqeya wan bi peymana nukleerî re nîne xistiye rojevê û got, "Ew ne amade ye ku biryarek bide bê ka dixwazin peymanê karîger bike yan betal bike."

Sefîrê Emerîkî Robert Malley û Gotûbejkerê Îranî Alî Bagerî ji roja Sêşemê ve bi navbeynkariya Yekîtiya Ewropa li Dohayê ya paytexta Qeterê dest bi hevdîtinên neyekser kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emîr Ebdullahiyan roja Çarşemê di serdana xwe ya Tirkmenistanê de li ser vê mijarê wiha gotubû: "Eger di milê Emerîka de daxwazên cidî hebe û rast be di vê merhelê de lihevkirinek pêkan e.”

Abdullahiyan da zanîn ku di mijara lihevkirinê de cidî ne û bi vê yekê re diyar kir ku ew ji xetên sor ên ku Tehranê di çarçoveya gotûbejan de diyar kiribû wê tawîz nedin.

Danûstandinên navbera Îranê û hêzên mezin (Rusya, DYE, Çîn, Fransa, Îngîltere û Elmanya) di Nîsana 2021’an de li Viyanayê dest pê kiribûn, ji meha Adarê û vir ve xitimiye. Îran û Amerîka ji vê rewşê hevdu berpirsiyar dibînin.

Danûstand ji bo wê yekê tê kirin ku DYE'yê careke din tevlî peymana 2015'an bike. Di sala 2018’an de Emerîkayê bi biryara serokê wê demê Donald Trump ve ji peymana nukleerî vekişiya û cardin dest bi pêkanînan kir. Îranê jî weke bersiv gav bi gav sozên xwe yên peymanê rawestand.

Rêveberiya Jeo Bîden a DYE got, ku eger Îran cardin vegere ser sozên xwe, ew ê cardin tevlî peymanê bibin. Îran jî dixwaze ku pêşî pêkanînên Emerîkayê bêne rakirin.