DYE li dijî Îranê êrîşa sîber da destpêkirin

Li gorî rojnameya Washîngton Postê leşkerên Emerîkî li dijî Îranê êrîşên sîber kirin.

Li gorî çapemeniya Emerîkî DYE'yê vê heftiyê êrîşên sîber bire ser Îranê. Hate gotin di hedefa êrîşan de moşek hene û her wiha tora sîxûriyê ya Îranê.

Piştî ku Îranê amûreke hewayî ya bêmirov a DYE'yê 20'ê Hezîranê anî xwarê, Emerîkayê ev êrîşa sîber bire ser Îranê.

LI ŞÛNA ÊRÎŞA LEŞKERÎ ÊRÎŞA SÎBER

Hatitbû gotin Serokê DYE'yê Donald Trûmp piştî ku amûra hewayî ya mirov hatibû xistin fermana êrîşa leşkerî ya li ser Îranê dabû lê piştre dev ji vê qeriyabû.

Li gorî Washîngton Postê Trûmp bersiva ku bi rengekî veşarî êrîşa sîber bibin ser pergalên berevaniya Îranê pejirand.

Hate gotin êrîşa pêşî çû ser wê kompîtira ku moşeka ku hatî avêtin, kontrol dikir.

New York Tîmes, CBS û Assocîated Press û gelek jêderen din ev agahî piştrast kirin.