DYE ji bo şîrketên pir netewî rê li baca cîhanî vedike

Bi hêla koronayê re ji bo desteka li aboriyên xirab bûyî pirsa deynên welatên hejar dîsa di rojevê de ye. Joe Bîden ji bo şîrketên pir netewî baca cîhanî dixwaze.

Di danûstandinên biharî de yên di navbeyna Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Benqeya Cîhanî û Fona Pereyan a Navnetewî (IMF) de cihêtiya di navbeyna welatên hejar û zengîn de hate nirxandin.

Wezîra Xezîneyê yê DYE'yê Janet Yellen diyar kir ji bo ku heq ji cihêtiya dahatê ya di navbeyna welatên hejar-zengîn de derkevin, ew berpirsyar in û got, bi hêla koronayê re hejarî zêdetir bûye.

Yellen bal kişande ser wê talokeyê, dibe ku serkeftina têkoşîna welatên cîhanê ya li dijî hejariyê, ku ev bi dehan salan didin, tine bibe û got, di berpirsyariya wan de ye ku ew heq ji wekneheviya dahatê ya di navbeyna welatan de derkevin.

Li gorî daxuyaniya Yellen di danûstandinan de yên bi IMF û Benqeya Cîhanî re ew ê li ser pirsa deynên welatên hejar rawestin. Her wiha tê xwestin IMF fona SDR'ê jî bi vê armancê bi kar bîne ku IMF ev fon ji bo lîkîtîdeya navnetewî zêde bike dikare ava bike.

Her wiha li DYE'yê di rojevê de ye ku moratoryum heta dawiya vê salê were dirêjkirin, ku ji ber welatên hejar deynên xwe nedabûn 2020'an moratoryum hatibû çêkirin.

Yellen her wiha got, ''Bi hev re, ji bo baca şîrketên pir netewî yên ekonomiya cîhanî, ji bo ku li qada lîstikê ya wekhev geş bibin em dikarin baca saziyên cîhanî ya herî kêm bi kar bînin.''