DYE fuzeyeke hîpersonîk ceriband

Artêşa Emerîkayê diyar kir wan ji bo ceribandinê fuzeyeke hîpersonîk avêtine.

Hate diyarkirin fuzeya hîpersonîk a AGM-183A ARRW roja Înê ji Kalîforyayê ji balefira şer hatiye avêtin.

Li gorî daxuyaniya hêzên hewayî fuzeyê pênc katan leza deng derbas kiriye.

DYE a niha li ser gelek çekên hîpersonîk xebatan dike. Şaxa zanistî ya artêşa Emerîkanê Darpa, di serê salê de fuzeyeke hîpersonîk ceribandibû.

Ev fuze dikarin çekên nukleer hilgirin, bi lezeke bilind bifirin, di dema firînê de jî rêya xwe biguherînin.

Çînê jî di sala 2021’an de diyar kiribû wan fuzeyek çêkirine ku ev fuze beriya ku li hedefa xwe bide, dikare li dora dinyayê bigere.