DYE: Armanca me ne ew e ku em ji Esad rizgar bibin

Nûnerê Taybet ê Wezareta Karê Derve yê DYE’yê yê li Sûriyeyê James Jeffrey bal kişand ser vî tiştî ku di bingeha polîtîkaya wan a Sûriyeyê de armanc ne ev e ku ew ji Beşar Esad rizgar bibin.

Nûnerê Taybet ê Wezareta Karê Derve yê DYE’yê yê li Sûriyeyê James Jeffrey li Atlantîc Coûncîlê di konferansekê de axivî û got ku ‘Heta rejîm neguhere jî’ ew ê nikaribin tevkariyê li avabûna welat bikin.

Jeffrey diyar kir ku li Sûriyeyê 100 hezar milîtanên çekdar ên mûxalifê rejîmê hene. Jeffrey bal kişand ser vî tiştî ku armanca wan ne ev e ku ew ji Beşar Esad rizgar bibin. Jeffrey got ku, “Em dixwazin li Sûriyeyê rejîm biguhere. Lê mebesta min ne ev e ku em ji Esad rizgar bibin.”

Jeffrey diyar kir ku heke rejîm li welat nikaribe şer bi dawî bike ne DYE û ne jî welatên li rojavayê cîhanê ew ê alîkariya maddî nedin.

Di dema serokê berê yê DYE’yê Barack Obama de polîtîkaya DYE’yê li çûna Esad hatibû avakirin lê bi Donald Trûmp re guherînek derket holê.

Bi daxuyaniya dawîn re ev fikr derket holê ku divê Esad bi biryara gelê Sûriyeyê biçe.

Xala herî girîng a ku rêveberiya Trûmp li Sûriyeyê li ser wê disekine ev e ku, divê yekîneyên çekdar ên Îranê yên ku piştgiriyê didin rejîmê, ew jî ji welat derkevin.