DYA’yê xwe ji KMMNY’ê vekişand

DYA’yê îddîa kir ku Konseya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî li dijî Îsraîlê helwesta ‘polîtîk’ nîşan dide û ragihand ku xwe ji KMMNY’ê vekişandiye.

Sefîrê Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê (DYA) yê li cem NY Nîkkî Haley îlan kir ku welatê wî xwe ji endamtiya Konseya Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî (KMMNY) vekişandiye.

Haley got, KMMNY ketiye rewşa ‘helwesta derbasker a siyasî’ û bi taybet helwesta li dijî Îsraîlê weke hincet nîşan da. Li gorî nûnerê DYA’yê li KMMNY ‘durûtî’ hakim e û mafê mirovan kirine ‘mijara tinazan’.

Haley diyar kir ku KMMNY hewldanên ji bo reformê asteng dike û Rûsya, Çîn, Kuba û Misir sûcdar kir. Haley destnîşan kir ku welatên weke Çîn, Kuba û Venezûelayên endamên KMMNY di binpêkirinên mafên mirovan de derketine pêş.

Daxuyaniya ku li ser navê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî (NY) Antonîo Gûterres hatî kirin de tê xwestin ku DYA di endamtiya KMMNY de bimîne. Berdevkê NY Stéphane Dujarric jî got DYA di mijara parastina mafê mirovan a di cîhanê de rolek girîng leyîstiye û got divê DYA di konseyê de bimîne.

Herî dawî roja Dûşemê Komîseriya Bilind a Mafê Mirovan ya NY Zeyd Raad El Huseyîn pêkanînên DYA yên li dijî koçberan a li sînorê Meksîkayê bi tundî rexne kirîbû. Biryara vekişandina DYA piştî gotinên komîseriya NY bal kişand li ser xwe.