DYA’yê pêşnûmeya parastina navnetewî ya ser Filîstînê veto kir

Biryara pêşnûmeya parastina navnetewî ya gelê Filîstînê ya KENY’yê ji ber sedema vetoya DYA’yê bloke bû, her wiha pêşnûmeya DYA’yê ku ji mirina bûyera Gulanê Hamas berpirs didît jî hate redkirin.

Di pêşnûmeyê de ku bi pêşniyara Kuweytê hatibû Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) dihate xwestin ku li Xazeyê û Şerîaya Rojava ji bo gelê Filîstînê parastina navnetewî hebe.

Pêşnûmeya biryarê ya ku ji ber sedema ku DYA’yê Pêrşemê guherîna wê xwestibû dengdana wê taloqî duh hatibû kirin, ji hêla Rûsya, Fransa û Çînê ve hate qebûlkirin û 4 welat jî bê alî man.

Lê pêşnûme ji ber ku ji hêla DYA’yê ve hate vetokirin nehate qebûlkirin. Ji  bo ku pêşnûme qebûl bibe li gel 5 endamên domdar tevahî ji 10 endamên demdemî divê 9 endam dengê erê bidin. Lê ji endamên domdar yek jê ku veto bike pêşnûme nayê qebûlkirin.

Her wiha pêşnûmeya DYA’yê jî nehate qebûlkirin, ku pêşnûmeyê ji bûyerên Gulanê, ku di encamê de gelek kes hatibûn kuştin, Hamas berpirs didît. Tenê DYA’yê dengê erê da vê pêşnûmeyê,  Kuweyt, Bolîvya û Rûsyayê dengê na dan. 11 welatên dî bê alî man.