DYA’yê hişyariya êrîşê da Îranê

Dewletên Yekbûyî ya  Amerîka (DYA)  ji êrîşên rojên dawî yên li Iraqê li dijî nûnertiyên wan, Îran berpirsyar dît û rêveberiya Tehranê ji bo êrîşên bê kirin hişyar kir.

Di daxuyaniyê de ku ji aliyê Qesra Spî ve hatî kirin, hate gotin ku  ji êrîşên li Iraqê li dijî welatiyên Amerîka û berjewendiyên wan wê rasterast Îran berpirsyar were dîtin.

Di daxuyaniyê de  êrîşên rojên derbasbûyî yên li dijî sefaretxaneyên DYA yên li Bexda û Besrayê hate destnîşankirin û hate gotin ku êrîş ji aliyê komên ku  Îran piştgiriya wan dikin ve pêk tên.

Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “Îran ji bo rawestandina êrîşan ku bi pere, çek û perwerdê destekê dide van koman tiştek nekir.” Hate îdîakirin ku avêtina topan a ji bo herêma kesk ya li Bexda ku avahiya sefaretxaneya DYA jî lê ye ji aliyê komên Tehran destekê dide ve hatiye kirin.

Di daxuyaniya Qesra Spî de hate gotin ku ji her çalakiya ku welatî, erkdarên Amerîka û avahiyên DYA jê bandor bibin wê raste rast rejîma Tehranê berpirsyar were dîtin û hişyarî hate dayîn. Di daxuyaniyê de wiha jî hate gotin; “DYA ji bo parastina jiyana Amerîkayan wê bi lez û bi biryar bersivê bide.”