DYA’yê alîkariya darayî ya li Filîstînê rawestand

Rêveberiya DYA’yê got alîkariya darayî ya ku wê bidana gelê Filîstînê wê nedin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) alîkariya 200 milyon dolarî ya ku wê bidana Filîstîniyên Xaze, Şerîaya Rojava, wê were birîn.

Li gorî nûçeyekê, ku xwe spartiya rayedarekî payebilind ku nexwestiye navê xwe bide, ev alîkarî wê ji bernamyên din re werin şandin ku ‘pir girîng’ têne binavkirin.

Serokê DYA’yê Donald Trûmp serê vê salê jî fona 125 milyon dolarî ya ku ji bo penaberên Filîstînî wê bidana Neteweyên Yekbûyî rawestandibû.

Tê zanîn piştî biryara naskirina Qudsê ya bi rengê paytexta Israîlê, helwesta Trûmp li dijî rêveberiya Filîstînê hişk bûye.