DYA û Japonya di mijara nukleerê de tawîzan nadin

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) û Japonyayê destnîşankirin ku paqijkirina Koreya Bakur ji nukleerê ji bo wan 'nebe nabe'.

Serokê DYA Donald Trump bi rêya telefonê bi Serokwezîrê Japonyayê Shinzo Abe re axivî. Hate ragihandin ku di vê axaftinê de her du lîder li ser mijara Koreya Bakur sekinîne.

Li gorî daxuyaniya Qesra Spî, her du lîderan di mijara paqijkirina Koreya Bakur ji çekên nukleerê, biyolojîk û kîmyewî û ji fuzeyên balîstîk, biryardariya xwe destnîşan kirine. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Trump û Abe dixwazin biryardariya rêveberiya Pyongyangê ya jiholêkirina van çekan bibînin.

Piştî aloziya salekê ya navbera Serokê DYA Donald Trump û lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un, biryar hatibû dayin ku her du lîder 12'ê Hezîranê li Singapurê li hev rûnên. Lê belê, piştî ku Koreya Bakur nerazîbûn nîşanî tetbîqateke leşkerî ya navbera DYA û Koreya Başûr da, ev biryar ji aliyê DYA ve bi rengekî yek alî ve hate betalkirin.

Herî dawî hatibû ragihandin ku heyetên Amerîka û Koreya Bakur dawiya hefteyê li herêma navbera herdu koreyan ku leşker lê nînin, hevdîtin kirin.