DYA û Çînê baca li ser malên hev zêdetir kirin
Qesra Spî bi 16 milyar dolarî baceke din a gumrukê li ser malên Çînê danî. Rêveberiya Pekînê jî bersiv da.
Qesra Spî bi 16 milyar dolarî baceke din a gumrukê li ser malên Çînê danî. Rêveberiya Pekînê jî bersiv da.
Rêveberiya ewlekariya sînor û gumrukê ya Amerîkayê ragihand ku 25 bacên nû li ser Pekînê hatine ferzkirin. Ev bac li ser 279 malên ji Çînê tên kirîn hatiye danîn.
Ajansa Çînê ya Nû jî ragihand ku weke bersiva li DYA'yê, bi rêjeya 25 ji sedî baceke nû li ser malên DYA'yê hatiye danîn. Tê gotin, maliyeta malên ku her du aliyan baceke zêde daniye ser, 16 milyar dolar e. Mokorsîkletên Harley-Davîdson û ava pirtiqalan jî çend ji malên ku Çînê bac daniye ser.
Rêveberiyên DYA û Çînê berê jî baca gumrukê ya li ser malên hev zêde kiribûn. Di vî şerê aboriyê de ji meha Tîrmehê û vir ve her yek ji van welatan bi 50 milyar dolarî bac danîbû ser malên hev.