DYA tevkariya xwe ya li budçeya NY kêm kir

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) ku zêdeyî yek ji çar parên budçeya Neteweyên Yekbûyî (NY) dide, ragihand ku beşeke girîng a vê budçeyê kêm kiriye. Tê texmînkirin ku ev biryar, weke nerazîbûnek li ser dengdana Qudsê ye.

Sefîra Bilind a DYA ya li NY Nîkkî Haley diyar kir ku wan li hev kirine, para tevkariya li budçeya NY dikin herî kêm 285 milyon dolarî kêm bikin.

Haley îdîa kir ku welatên din ji 'comertiya Amerîkayê sûdê werdigirin' û eşkere nekir ku pêwendiya vê biryarê bi dengdana hefteya bihurî ya li ser Qudsê heye yan na.

DYA bi rêjeya 22 ji sedî tevkariyê li budçeya 5,5 milyar dolar a Neteweyên Yekbûyî dike.

Serokê DYA Donald Trûmp di kampanya xwe ya hilbijartinê de soz dabû ku wê tevkariya li budçeya NY dikin kêm bike.

Li dijî biryara Trûmp a li ser Qudsê, hefteya bihurî li Civata Giştî ya NY dengdan hatibû kirin û 128 ji 193 welatên endam, dengê 'erê' dabû vê pêşnûmeya li dijî biryara Trûmp. Trûmp beriya dengdanê der barê welatên ku alîkariya malî û leşkerî ji wan re dike, hişyarî dabû.