DYA: Li Rojhilatê Firatê ‘aramî-ewlehî’, li Rojavayê wê komkujî heye

Wezareta Berevaniyê ya DYA’yê (Pentagon) dema ku behsa girîngiya têkoşîna dijî DAÎŞ’ê kir bal kişande ser serkeftina rêveberiya qadên ku QSD’ê rizgar kirine.

Yek ji berdevkê Pentagonê Serdar Adrîan Galloway ji qenela El Hurra re axivî û got êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ziyaneke mezin dide têkoşîna dijî DAÎŞ’ê. Galloway li ser îhtîmala vekişîna hin hêzên QSD’ê ya ji têkoşînê got ev ê ne bi tercîha wan be.

JI BER ÊRÎŞÊN JI EFRÎNÊ BIFIKAR E!

Berdevkê Pentagonê got, ‘’Divê em gefa DAÎŞ’ê ya li Sûriyê ji holê rakin û encex ku em bala xwe bidin ser DAÎŞ’ê dikarin vê bikin.’’

Berdevk got ji ber êrîşên dagirker ên ser Efrînê ew ‘bifikar’ in û ziyana ku êrîşên dagirker dide sivîlan jî bi wan re fikaran çêdike.

RÊVEBERIYÊN QADÊN KU QSD’Ê AZAD KIRINE SERKEFTÎ NE!

Berdevkê Pentagonê bal kişande ser ‘Rojhilatê Firatê’ ku Tirkiye tim tîne rojevê û dike hedefa êrîşên xwe yên dagirker de û got du tabloyên cuda hene. Galloway got, ‘’Gelên xwecih ên li Rojhilat piştî rêveberiya DAÎŞ’ê bajarê xwe aram kirine, ewlehiya xwe pêk anîne û ti nemaye ku xwe bi ser hev de bînin.’’

Galloway got di serkeftina rêveberî û aramiya QSD’ê de bandora desteka Koalîsyona Navnetewî jî heye û got li rojavayê Firatê sivîl têne kuştin. Galloway got rejîma guh nade biryara Konseya Ewlehiyê ya NY’yê û got komkujiyên xwe didomîne.

Berdevkê Pentagonê herî dawî got, ‘’DYA li ser rewşeke ku êrîşek bi ser hêzên wan ê herêmê de were parastina wê bike’ û ev helwesta wan zelal e. Berdevk got arîşeya esasî ew e ku ‘hemû aliyên’ li Sûriyê ji bo ku dawî li tundiyê were û bi muzakereyên aştîyane çareserî pêk were şert û mercan pêk bîne.