DYA: Hêza mûxalefetê nîne ku karibe Esad têk bibe

Îstixbarata Neteweyî ya Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê (DYA) piştî 7 salan ragihand ku 'mûxalefeta' li Sûriyeyê xwedî wê hêzê nîne ku karibe Beşar Esad têk bibe.

Dîrektorê Îstîxbarata Neteweyî ya DYA Danîel Coates destnîşan kir ku dijberên rejîmê yên weke 'mûxalîfan' tên pêşkêşkirin, hêza wan nîne ku karibin Esad têk bibin.

Coates diyar kir, hêzên mûxalîf ji aliyê leşkerî ve gelekî paşdemayî ye û got, ev rewş na ya guhertinê ye. Coates ji Senatoyê re raporek amade kir û ragihand ku dijberên rejîmê dikarin şer saleke din jî bidomîne û ev têra hilweşandina rejîmê nake.

Di raporê de wekî din hat gotin, Îran hewl dide li Sûriyeyê baregeke leşkerî ya mayinde ava bike û tora şervanên biyanî yên Şîa li Sûriyeyê heye.