DYA: Dibe ku Trump-Kim Jong-un li hev rûnên

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ragihand, dibe ku hevdîtina 12'ê Hezîranê ya navbera Donald Trump û Kim Jong-un bê kirin.

Berdevka Qesra Spî Sarah Sanders diyar kir, hevdîtinên navbera heyetên Amerîkî û Koreya Bakur ên li herêma navbera her du Koreyan a ji leşkeran hatiye paqijkirin, 'erênî' derbas bûye.

Sanders got, hedefa wan e w e ku hevdîtina Trump-Kim Jong-Un a 12'ê Hezîranê ya li Sîngapûrê, ku hate betalkirin, pêk were.

Lê belê çavkaniyên nêzî hikumeta Amerîkayê diyar kirin ku di hevdîtinên navbera her du heyetan de heta niha ti pêşketin nîne.

Wekî din, tê payin ku Wezîrê Karên Derve yê DYA Mike Pompe û ji Komîteya Navendî ya Partiya Karker a Koreya Bakur Kim Jong-Chol re îro rûnê. Kim Jong Chol, doh ji paytexta Çîn Pekînê hatibû New Yorkê.