DYA bersiva daxuyaniya Putin a li ser çekên nukleerî da

Wezareta Parastinê ya DYA, li hemberî daxuyaniya lîderê Rûsyayê Putin a li ser çekên nuklerî daxuyaniyek da û diyar kir ku ew xwedî wê hêzê ne ku karibin welatê xwe biparêzin.

Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin dabû xuyakirin ku wan hin çekên nukleerî yên stratejîk ên ku sîstemên parastina fuzeyê yên heyî yên NATO'yê nikarin bi wan, ceribandine û ev gotinên Putin weke gefekê hatibû dîtin.

Wezareta Parastinê (Pentagon) a Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bersiva daxuyaniya Putin da. Berdevka Pentagonê Dana White got, "Demeke dirêj e ku em Rûsyayê dişopînin... bila dilê gelê Amerîkayê rehet be ku em bi temamî amade ne (li dijî êrîşên nukleerî)."

White diyar kir ku sîstema wan a çekên nukleerî ya heyî ne li dijî Rûsyayê ye. Di daxuyaniyên DYA de yên beriya niha hatibû gotin ku sîstema wan a nukleerî li dijî êrîşên genganz ên ji Îran û Koreya Bakur e.

Balkêş e ku Vladimir Putin beriya hilbijartinên serokdewletiya Rûsyayê yên 18'ê Adarê da. Ev daxuyanî her wiha ewke gefek li dijî DYA jî hatibû fêhmkirin.