DYA alîkariya 200 milyon dolar a ji bo Filistîniyan betal kir

Serok Dewletê DYA’yê Donald Trûmp gefa qûtkirina alîkariya ji bo Filistîniyan xiste meryetê. Alîkariya 200 milyon dolar betal kir.

Donald Trûmp, biyar da ku alîkariya madî ya ku wê roja Înê ji bo Filistîniyan bihata kirin betal kir. Alîkariya 200 milyon dolar, ji bo Filistîniyên li Rojavaya Şerîa û Şerîda Xezeyê ye.

Trûmp hişyariya xwe ya dawî serê salê di forma Davosê de kiribû. Serokê DYA’yê Filistînî bi muzakerenekirina Îsraîlê re sûcdarkiribû.

Rêveberiya DYA’yê qûtkirina 200 milyon dalar, bi hinceta kontrolkirina Şerîda Xezayê ya ji aliyê Hamasiyan ve nîşan da. Îsraîl û DYA, Hamas weke ‘rêxistinekî terorê’ pênase dike.

Endamê Komîteya Rêveberiya Rêxistina Rizgariya Filistînê Hanan Aşravî, nerazîbûn nîşanda ku rêveberiya Trûmp alîkariyê aborî weke şantaja siyasî bikar tîne. Aşravî got: “Gelê Filistîn û rêveberiya wê rê nede helandinê û wê li ber zextan stû xwar neke.”

Serokê delegasoyan Giştî ya Rêxistina Rizgariya Filistîn a li DYA’yê Sefîrê Mezin Hûsam Zamlot bi daxuyaniya dayî got: “Weke şatajekê alîkariyên mirovî û pêşveçûnê, encam nagire.”