Du rêveberên Katalanê yên girtî dikevin greva birçîbûnê

Ji 9 rêveberên Katalan ên serxwebûnxwaz 2 heb ketin greva birçîbûnê.

Rêveberên Katalanî Jordi Sanchez û Jordi Turull, bi armanca protestokirina pêkanînên edaleta Îspanyayê, roja şemiyê ketin greva birçîbûnê.

Dozgerê Dadgeha Bilind a Katalonyayê,  serê meha Mijdarê, ji 18 rêveberên Katalan ên serxwebûnxwaz 12’an re ji 7 salan heta 25 salan cezayên girtîgehê xwestibû.

Rêveberên Katalan, di dawiya sala 2017’an bi yek alî serxwebûna xwe ragihandibûn. Lewre bi ‘Îsyan û ji bo tiştên nebaş bikaranîna fonên dewletê’ tên sûcdarkirin.

Referanduma ku ji aliyê rêveberiya navendî ya Îspanyayê ve hatî qedexekirin, ligel heû astengirin û pêşîlêgirtinan 1’ê Mijdara 2017’an pêk hatibû. Piştî referanduma ku bibû mijara destwerdanên tund ên polîs, 27’ê Mijdarê parlamentoya Katalonyayê serxwebûna Katalonyayê ragihandibû.

Hikumeta Îspanyayê jî parlamento û hikumeta herêmê fes kiribû û xistibû bin serweriya xwe. Piştî wê gelek rêveberên Katalonyayê hatin girtin, hinek jî neçar man ku biçin sirgunê. Tê payîn ku doza di derbarê rêveberên Katalan de vebûyî meha Çile destpê bikin.