Du hevalên kar ên Serokkomarê Fransayê Macron hatin girtin

Du hevalên kar ên Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron hatin girtin.

Alîkarê şefê kabîneya berê ya Macron, Alexandre Benalla û berpirsê ewlehiyê yê berê yê partiya LRAM’ê Vîncent Crase, bi hinceta ku di 1’ê Gulanê de li dijî çalakgeran şîddet kiribûn, lêpirsîn derbarê wan hatibû destpêkirin. Piştî qeydên deng û belgeyan ên ku rojnameya înternetê Medîapartê weşandibû, doz mezintir bûbû.

Ev herdu kes piştî ku ji Qesra Elyse û partiya desthilatdar veqetiyabûn, hatibûn girtin.

Li gorî qeydan Benalla û Crase piştî Adara 2018’an bi olîgarkê Rûs Iskander Makhmûdov peymaneke hevkariyê îmze kiribûn. Ev milyarderê ku xwe wekî ‘leşkerê Pûtîn’ dide naskirin, li gorî gelek dozgerên li Ewropayê têkiliya wî bi mafyayê re heye.

Piştî girtina Benalla û Crase, Macron bû jî bûye hedef. Di qeydên dengan de, herdu kes diyar dikin Macron piştgiriyê didin wan.