Drama 70 salî ya penaberên Fîlîstînî dewam dike

Sirgûna 70 salî ya gelê Fîlîstînê dewam dike. Bi milyonan ji wan hîn jî bi alîkariya UNRWA ya Neteweyên Yekbûyî girêdayî ne û bi vî rengî dikarin debara xwe bikin.

Piştî ku Serokê DYA'yê Donald Trûmp alîkariya malî li ser birî, şert û mercên jiyanê yên bi milyonan penaberên Fîlîstînî yên li Fîlîstînê û welatên derdorê giran bûn. Fîlîstînî hem li welatê xwe penaber in, hem jî li welatên cîran. Beşeke girîng jî zarok in.

YEK JI SÊ PARAN LI WELATÊ XWE PENABER IN

Li gorî daneyên Saziya Alîkariya bi Penaberên Fîlîstînî re (UNRWA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), hejmara Fîlîstîniyên ku di navbera salên 1947-1948'an de ji cih û warê xwe hatin sirgûnkirin û li nava Fîlîstînê ya jî welatên cîran bûne penaber, zêdeyî 5,3 milyon e. Lê tê zanîn, zêdeyî 2 milyon Fîlîstîniyên din hene ku ji aliyê UNRWA ve nehatine qeydkirin.

Wê wextê ji 1,4 milyon Fîlîstîniyan nêzî 800 hezarî neçar mabûn cih û warê xwe biterikînin. Di dema van sirgûnan de ku beriya avabûna Îsraîlê û sala avabûnê rû da, 531 gundên Fîlîstînê ji holê hatin rakirin. Sala 1867'an di dema Duyemîn Şerê Ereb-Îsraîlê de gelek Fîlîstînî neçar man cih û warê xwe biterikînin.

PIRGIRÊKÊN GIRAN ÊN MALÎ YÊN UNRWA'YÊ HENE

DYA'yê îsal biryar da ku beşek ji 200 milyon dolar alîkariya dide UNRWA'yê bibire. Bi vê biryara DYA'yê re pirsgirêkên malî yên saziya UNRWA'yê derketin asta herî bilind.

UNRWA ku destpêka vê salê bi 446 milyon dolarî valahiya xwe heye, ji bo karibe alîkariyê bide Fîlîstîniyan, divê welatên endam piştgiriyê bidin wê. Herî dawî Erebîstana Siûdî, Qatar, Qûweyt û Mîrnişînên Ereb ên Yekbûyî soz dan ku wê 200 milyon dolar bidin, lê ev jî têra pêwîstiyan nake.

Li buroyên UNRWA'yê yên li Fîlîstînê bi sedan karkerên Fîlîstînî ji kar hatibûn derxistin û li ser vê yekê li buroyan grevê dest pê kiribû.

JI FÎLÎSTÎNÊ BÊHTIR LI WELATÊN DERDORÊ NE

Hejmara herî zêde ya penaberên Fîlîstînî yên ji aliyê UNRWA ve hatine qeydkirin, li Urdunê ye. Li gorî daneyên UNRWA'yê, heta sala 2018'an nêzî 2 milyon û 285 hezar Fîlîstînî li Urdunê ne.

Piştî Urdunê hejmara herî zêde li Şerîda Xezayê ne ku hîn dorpêçkirî ye. Li vê herêma biçûk a ji aliyê Hamasê ve tê kontrolkirin, Milyonek û 435 hezar Fîlîstînî qeydkirî ne.

Li Şerîa Rojava jî ku di kontrola El Fetîhê de ye, hejmara Fîlîstîniyên alîkariyê ji UNRWA digirin, nêzî milyonek e. Li Sûriyeyê ku hîn şerê navxweyî dewam dike, bi taybetî li herêmên başûrê paytext Şamê nifûseke mezin a Fîlîlstîniyan hene. Tê texmînkirin hejmara penaberên Fîlîstînî yên lİ Sûriyeyê nêzî 620 hezar e. Li Lubnanê ku bê îstiqrariya siyasî lê dewam dike, herî kêm 532 hezar penaberên Fîlîstînî lê ne.

Her wiha zêdeyî 2,1 milyon penaberên Fîlîstînî hene ku ji sala 1948'an û vir ve penaber in û di nava berpirsyariya UNRWA de nîne.

YEK JI SÊ PARAN JI NEÇARÎ LI KAMPAN E

Yek ji sê parên penaberên Fîlîstînî ji neçarî li kampên penaberan ên di kontrola UNRWA de ne. 19 ji van kampan li Şerîa Rojava, 12 li Lubnanê, 10 li Urdunê, 9 li Sûriyeyê û 8 jî li Şerîda Xezayê ne.

Çend ji girîngtirîn kampan jî Yarmûk, Refah û Cebeliye ne. Tê gotin, li kampa Yarmûkê ku bandora şerê navxweyî yê Sûriyeyê lê heye, zêdeyî 130 hezar penaber hene. Li kampên Refah û Celebiyeyê nêzî 120 hezar dimînin.

BI MILYONAN ZAROK PENABER IN

Ji mirovên li ser xaka Fîlîstînê ne 43 ji sedî di statuya penaberiyê de ne. Nîvê van penaberan bi gotina 'bê welat in' li qeydan hatin qeydkirin.

40 ji sedî yê Fîlîstîniyên li welatê xwe penaber in, zarokên kêm 15 salî ne.