Dr. Ahmed: Talîban wê cîhadîstan motîve bike

Pisporê Misrî Dr. Ahmed Sayed Ahmed anî ziman ku Efganistan a bi rêveberiya Talîbanê wê komên cîhadîst hemûyan motîve bike, moralê bide wan.

DYE'yê piştî danûstandinên du salan bi Talîbanê re li hev kir û xwe ji Efganistanê vekişand. Bi vî rengî Talîban li Efganistanê bû desthilatdar. Bandora vê yekê dewam dike. Ji pisporên Navenda Lêkolînên Siyasî û Stratejîk a Al Ahramê Dr. Ahmed Sayed Ahmed anî ziman ku Talîban piştî hate ser desthilatdariyê û vir ve, hîn jî eşkere nebûye ku dixwaze çi bike.

Dr. Ahmed diyar kir ku hin komên li Efganistanê bi taybetî jî pîşesaz naxwazin DYE û biyanî ji Efganistanê derkevin; helwesta Ewropî û Emerîkiyan a li wê derê ne weke hev e û got, "Li pêşiya avabûna desthilatdariya Talîbanê wê astengiyên mezin jî derkevin. Talîban dixwaze Efganistan a di bin serweriya xwe de weke 'Komara Îslamê' ragihîne. Amadekariya vê yekê dike. Ji bo vê jî hikumetek ji 12 wezîran ava kiriye. Dixwaze kes û beşên cuda jî tevlî bike, lê belê nafikire ku wezaretên sereke mîna parastin, karên hundir û maliyeyê bide kesî. Dixwaze wan di destê xwe de bihêle. Hêz û wezaretên sereke wê di destê Talîbanê de bin. Cîhan jî welê xuya dike ku mîna ku pê re mijûl nabe. Di mijara rêveçûna rewşa siyasî de hewldanek nîne."

'DIXWAZIN EFGANISTAN NEBE NAVENDEKE GEFXWARINÊ'

Dr. Ahmed diyar kir ku Talîbanê soz daye DYE û dewletên cuda ku nebe welatek ku êriş lê tê plankirin û got, "Niha mijareke ku herî zêde li ser tê rawestîn ew e ku Talîban rê bide derketina Efganên bi Emerîka û NATO'yê re dixebitîn. Efganistan niha dewleteke hilweşiyayî ye. Ya ku tê xwestin ew e ku Efganistan nebe navende çete ya ku bandorê li welatên cîhanê bi taybetî jî Ewropayê bike. Fikar li ser koçberên Efgan heye. Sala 2005'an çawa ku Sûriyeyiyan ji Rojhilata Navîn berê xwe dan Ewropayê, niha jî pêlek ji Efganistanê ber bi Ewropayê ve heye. Îran dixwaze ku Talîban weke hêzeke desthilatdariyê û tevgera siyasî ya Efganistanê bê naskirin."

'BÛYER WÊ BANDORÊ LI HER DERÊ BIKE'

Dr. Ahmed ragihand ku bûyerên li Efganistanê di serî de welatên cîran wê bandorê li Sûriyeyê û tevahiya welatên Rojhilata Navîn bike û wiha dewam kir, "Tê gotin, gelek Efganên li Sûriyeyê bi taybetî li gel Îranê şer dikirin, dixwazin vegerin Efganistanê. Ji ber ku Talîbanê ragihand ku wê 'Komara Îslamê' ava bike û diyar kir ku endamên wan ên li Sûriyeyê dikarin vegerin. Talîban xwedî tecrûbeyeke desthilatdariyê ya pêvajoya navbera salên 1995-2001'ê ye. Fikarên ku niha têne kirin jî hemû ji ber vê tecrûbeyê ne. Bandora desthilatdariyê ya ku Talîban dixwaze bi wê tecrûbeyê ava bike wê li Çîn, Rûsya, Îran û welatên Asya Navîn (Tirkmenistan, Ozbekistan, Tacîkistanê) zêde be."

'TIRKIYE BI ROLA HERÎ METIRSÎDAR RADIBE'

Dr. Ahmed got, "Divê li ser hewldana Tirkiyeyê bê rawestîn ku dixwaze bi rolekê rabe" û destnîşan kir ku Tirkiye dixwaze li Asya Navîn û Kafkasyayê hegemonya xwe bide qebûlkirin. Dr. Ahmed diyar kir ku Tirkiye hewl dide li Tikrmenistan, Ozbekistan, Tacîkistan û Efganistanê serwer be û got, "Ev yek jî wê di navbera Tirkiye û Talîbanê de bibe sedema danîna têkiliyên pragmatîk. Tirkiye timî dixwaze li ser nakokiyan tevbigere. Divê were zanîn ku Tirkiye dixwaze têkiliyê bi Talîbanê re deyne û di heman demê de jî endamekî NATO'yê ye. Tirkiye dixwaze NATO'yê îqna bike ku dixwaze li Efganistanê bi rolekê rabe. Bi piştgiriya NATO'yê dixwaze Balafirgeha Kabûlê bi rê ve bibe. Vê yekê jî eşkere dibêje. Tirkiye destê xwe dirêjî Ozbekistanê jî dike. Di şerê Ermenistan û Qerebaxê de jî cih girt. Niha jî dixwaze Talîbanê û rewşa li Efganistanê bi kar tîne. Dixwaze desthilatdariya xwe li herêmê mezintir bike. Ji bo dagirkeriya xwe ya li bakurê Sûriyeyê û bakurê Ireaqê berfireh bike bi biryar e ku Talîbanê û rewşa li Efganistanê bi kar tîne."

'PEYAMÊN TÊNE DAYIN NERM IN, LÊ TALÎBAN MÎNA BERÊ YE'

Dr. Ahmed destnîşan kir, Talîban çiqasî hewl bide xwe cuda nîşan bide ji aliyê fikir û îdeolojîk ve Talîban a berê ye û wiha dewam kir, "Niha jî di axaftina xwe de ji aliyê taktîkî ve weke ku di mijarên jinê, azadiyê, xwendinê, ferzkirina lixwekirina çarşefa reş de nerm bûye, nîşan dide. Ev axaftin hemû têrê nake ku welat hemû diyalogê bi Talîbanê re deynin. Talîban dixwaze xwe nerm nîşan bide. Lê belê tê zanîn ku li gel vê nermbûnê derba li derveyî qanûnê jî heye. Fikar heye ku teror careke din li Efganistanê vegere. Ev yek wê bandoreke neyînî li tevahiya cîhanê bike. Bi taybetî tevgerên cîhadîst û rêxistinên terorê yên mîna DAÎŞ û El Qaîdeyê yên ku li deverên cuda baskên xwe hene, wê bixwazin ku têkiliyê bi Talîbanê re deynin. Mînaka Talîbanê wê ji bo komên tundrew hemûyan bibe hêz. Herçend Talîban dibêje ku Efganistan wê nebe navenda terorê û êriş jê li welatan neyê kirin jî, ev yek çarçoveya nermbûnê ya Talîbanê ya li pêşberî welatên rojavayî nîşan dide. Lê belê têkiliya xwe bi hemû baskên El Qaîdeyê re heye. Têkiliya Talîbanê bi komên terorîst ên tundrew ên li herêmê hemûyan re heye. Ev yek jî nîşan dide ku ev rêxistin wê careke din xwe zindî bikin. Wê hewl bide xwe perwerde bike û li ser hinekan bibe xwedî hikum. Ev yek jî wê bandoreke neyînî li Rojhilata Navîn û Ewropayê bike."