Dozgeriyê daxwaza dersînorkirina Pûîgdemont kir

Li Elmanyayê dozgeriyê daxwaza dersînorkirina Lîderê Katalan Charles Pûîgdemont ê li sirgûnê ya Spanyayê kir.

Di serê meha Nîsanê dadgeha Schleswsîng-Holsteîn, daxwaza dersînorkirina di derbarê Pûîgdemont ê daxwaz a li Ewropa bê girtin red kiribû.

Dozgeriyê roja Înê daxwaza dersînorkirina Lîderê serbixwe Pûîgdemont xwest, lê li bendê ye ku biryara dawî ji aliyê dadgeha Schleswîng-Holsteîn ve bê dayîn.

Serokwezîrê berê yê Herêma Serbixwe ya Katalan Pûîgdemont ji meha Cotmehê û vir ve piştî îlana serxwebûnê û vir ve li sirgûnê dijî. Pîûgdemont ê xwe spartî Belçîkayê, ji ber biryara Spanyayê ku li Ewropayê bê girtin, 25’ê Adarê li Elmaya hate girtin. Pûîgdemont ê piştre bi kefaret hate berdan, ji bo di derbarê wî de biryara dersînorkirinê heye, hê jî li Berlînê ye. Di rewşeke ku Pîngdemont dersînorî Spanyayê bê kirin, ji ber organîzekirina referandûma 1’ê Cotmehê wê bi sûcê 25 sal cezayê girtîgehê bê sûcdarkirin.