Doza dawî ya Çeqel Carlos

Ilich Ramirez Sanchez ê ji Venezûelayê, bi navê xwe yê naskirî Çeqel Carlos ku li Fransayê girtî ye, doza wî ya dawî dest pê dike.

Carlos sala 1994'an li Sûdanê hatibû girtin û ji hingî ve li Fransayê girtî ye. Carlos ku salên 1970'î û 1980'î çalakiyên li dijî emperyalîzmê li dar xist, wê ji vê Duşemê û pê ve li Parîsê li dadgeheke ceza ya taybet a ku ji dadgerên profesyonel pêk tê were darizandin. Carlos tê sûcdarkirin ku sala 1974'an li Parîsê êrîşek kiriye.

Çeqel Carlos ku xwe weke "şoreşgerekî profesyonel" dide naskirin, ji ber êrîşê di 17'ê Adara 2017'an de cezayê girtina heta bi hetayê lê hatibû birîn. Di êrîşa navborî de 2 kes miribûn, 34 kes jî birîndar bûbûn. Dadgehê di encama rûniştinên çar hefteyan de gihîştibû wê baweriyê ku Carlos ji êrîşê berpirsyar e.

Carlos ê 68 salî, ji ber sê cînayetên sala 1975'an û çar êrîşên salên 1982-83'an ku 11 kes mirin, 191 kes jî birîndar bûn, du caran cezayê herî bilind ê girtîgehê lê hatibû birîn.