Donald Trûmp û Kîm Jong-ûn dicivin

Serokê DYA’yê Donald Trûmp, hevdîtina beriya niha ya bi lîderê Koreya Bakur re betal kiribû, ragihand ku wê 12’ê Gulanê li hev bicivin.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amarîkayê (DYA) Donald Trûmp, piştî hevdîtina bi Kîm Yong Chol ê yek ji kesê herî nêzî lîderê Koreya Bakur Kîm Jong-ûn re, dîroka hevîdtinê diyar kir. Hevdîtina ku li Qesra Spî ku saetekê dom kir, Trûmp li pêşberî çapemeniyê daxuyaniyek da.

Trûmp anî ziman ku heta ku muzakere li gel Koreya Bakur dom bikin wê ti pêkanîn neyên kirin, diyar kir ku diyaloga li gel rêveberiya Pyongyanog wê ‘bigihînin serkeftinê’.

Koreya Bakur di nava 18 salên dawî de Kîm Yong-Chol ê yek ji rayedarê asta herî jor ku ji bo DYA’yê hatiye şandin, di nava sê rojên dawî de du caran li gel Wezîrê Karê Derve yê DYA’yê Mîke Pompeo li hev civiyane. Tê payîn ku hevdîtinên wan hê dewam bikin.

Tê payîn ku hevdîtin 12’ê Hezîranê li Sîngapûrê pêk were.