DMME’yê diyar kir ku Rûsyayê di hilbijartinan de nelirêtî kiriye

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bi sedema ku di hilbijartinên 2011’an de ‘nelirêtiyên giran’ hatiye kirin, Rûsya mehkûm kir.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê li ser serîlêdana mûxalîfên Vladîmîr Pûtîn sekinîn û biryar da ku gilîkirina bajarê Saînt-Petersbûrgê mafdar e. Di serîlêdanê de hatibû gotin ku ne mumkun e ku mirov karibe li ser nêlirêtiyên li Rûsyayê lêkolînê bike.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tespît kir ku di hilbijartinên parlementeriyê de ‘nelirêtiyên giran’ hatiye kirin.

Dadgehê biryar da ku ji 11 kesên ku doz vekiribûn, 4 ji wan tazmînata manevî ya 7 hezar û 500 Eûro bistînin.

Di hilbijartina 2008-2012’an de ya ku Pûtîn serok bû, partiya Rûsyaya Yekgirtî ji sedî 50 deng stendibû. Hatibû îddîakirin ku li welat nelirêtî û binpêkirina mafan hatiye kirin.