Bolton: Divê mirov endamtiya NATO’yê ya Tirkiyeyê bide ber pirsan

Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya DYE’yê yê berê John Bolton got ku ji ber helwesta Tirkiyeyê ya li ser mijara Rûsyayê divê mirov endamtiya NATO’yê ya Tirkiyeyê bide ber pirsan.

John Boltonê şêwirmendê ewlehiya neteweyî yê Serokê 45’emîn DYE’yê Donald Trûmp ê berê, roja Duşemê daxuyaniyek da û got, divê mirov sala 2023’yan endamtiya NATO’yê ya Tirkiyeyê bide ber pirsan.

Bolton, di gotara xwe de ku li rojnameya The Daîly Telegrapê hate weşandin, diyar kir ku sedem ew e ku rayedarên Tirk bêdil in ku di mijara şerê Ûkraynayê de helwesteke tund nîşanê Rûsyayê bidin.

Bolton destnîşan kir ku divê mirov bide ber pirsan ku çima hêj Tirkiyeyê terka hevkariya xwe ya bazirganî û leşkerî bi Rûsyayê re nekiriye, nexwe divê mirov endamtiya Tirkiyeyê ya NATO’yê bide ber pirsan.