Dîktatorê dest bi xwîn 'lêborîn' ji gelê Perû xwest

Dîktator Fûjîmorî ku ji kuştina bi hezaran mirovên li Perû berpirsyar tê dîtin û bi rengekî bi guman hate efûkirin, ji gel lêborîn xwest.

Alberto Fûjîmorî, di dema desthilatdariya xwe ya navbera salên 1990-2000'î de fermana kuştin, eşkencekirin û revandina bi hezaran mirovan bi taybetî mirovên çep-şoreşger da, ji sala 2007'an û vir ve di girtîgehê de bû. Normal diviyabû 15 salan di girtîgehê de bima. Efûkirina Fûjîmorî bû sedem ku li Perûyê gel biherike kolanan.

Di xwepêşandanên protestoyî de li Serokdewletê rastgir Pedro Pablo Kûczynskî û hikumetê rexneyên tund hatibûn kirin. Hatibû îdîakirin ku Kûczynskî ji bo li ser wezîfeyê bimîne, bi lîdera partiya mûxalîf Keîko Fûjîmorî û endamên din ên malbata Fûjîmorî re li hev kiriye û bi vî rengî dîktator serbest berdaye.

JI GELÊ PERÛ LÊBORÎN XWEST

Dîktatorê 79 salî Alberto Fûjîmorî ji ber xwepêşandanên zêde yên protestoyî daxuyanî da û banga aştiya civakî ya ku Serokdewlet Kûczynskî kir, dubare kir.

Fûjîmorî garantî da ku wê careke din li siyasetê venegere û qebûl kir ku di dema wezîfeya xwe de 'xewn û xeyalên hin welatiyan şikandiye'. Fûjîmorî li nexweşxaneya lê ye bi rêya Facebookê axivî û got, "Û ji dil lêborînê ji wan dixwazim."

Fûjîmorî her wiha got ku ew 'minetdarê' Serokdewlet Pedro Pablo Kûczynskî ye ku ew efû kiriye.