Dibe ku zivistana 2019-2020'î ya Ewropayê mîna serma Sîbîryayê be

Li gorî lêkolîneke ku ji aliyê Servîsa Meteorolojiyê ya Brîtanyayê (Met Office) ve hate kirin, zivistana 2019-2020'î li gorî ya derbasbûyî dibe ku gelekî sar be.

Li gorî lêkolînê, bayê mîna 'Cinawirê Rojhilat' ku par bandora xwe li Îngilistan, Skoçya û gelek welatan kir, dibe ku îsal jî bi bandor be. Ev bayê ku serma Sîbîryayê digihîne Ewropayê, ne diyar e ku îsal di kîjan astê de bi bandor be.

Di lêkolîna Met Office de navê 'Cinawirê Rojhilat' weke mînak bê bikaranîn jî, dibe ku mehên Çile û Sibatê mîna serma Sîbîryayê be.

Ji bo bayê 'Cinawirê Rojhilat' ku par bi bandor bû, di hin saziyên medyayê de 'Parîs-Moskova' jî dihate gotin. Ji ber germahiya par a zivistanê li Londonê germahî daketibû binê sifirê bi 6 pileyî li Skoçyayê jî daketibû 14 pile li binê sifirê.

Ji ber sermayê gelek projeyên binesaziyê bi rengekî demkî hatibûn rawestandin. Di lêkolîna Met Office de hate destnîşankirin, ji bo bê tespîtkirin ku serma destpêka sala 2020'î di kîjan astê de be pêwîstî bi demê re heye.