'Dibe ku rojhilatê Afrîkayê ne dergûşa destpêkê ya mirovahiyê be'

Arkeologan keşfeke nû kirin û bi vê yekê re nêrîna ku dibêje 'Rojhilatê Afrîkayê dergûşa destpêkê ya mirovahiyê" zêde kir. Li Cezayîrê kevirên beriya bi 2.4 milyon salî hatine xeritandin, hatin dîtin.

Li herêma Setîfê ya bi 300 kîlometreyî li rojhilatê paytext Cezayîrê ye, kevirên hatine xeritandin hatin dîtin.

Ev kevir ji aliyê komele lêkolîneran ve hate dîtin ku zanyarên zanistî yên Cezayîrî û navneteweyî di nav de bûn. Kevirên hatine dîtin dişibin amûrên bi navê "Oldowan" ku beriya niha li Rojhilatê Afrîkayê hatibûn dîtin.

Kevir li derdora hestiyên bi dehan hesanî yên êdî bûne fosîl, hate dîtin. Tê gotin, ev kevir dişibe amûrên ku di demên berê de qesaban bi kar dianîn. Hestiyên hatin dîtin jî dişibin pêşiyên krokodîl, fîl, hîpopotam û zurafayan.

Bi dehan salan e ku Rojhilatê Afrîkayê weke şaristaniya mirovahiyê tê dîtin. Li Rojhilatê Afrîkayê amûrên herî kevn ên beriya 2.6 milyon salî ne.

Li ser keşfa dawî ku roja 29'ê Mijdarê hate ragihandin û li kovara Scîence hate weşandin, du teorî derdikevin pêş Ya yekemîn, dibe ku teknîkên amûran zû li Rojhilatê Afrîkayê belavî derdorê bûye. Ya duyemîn jî, dibe ku hem Rojhilat, hem jî Bakurê Afrîkayê ev teknolojiya kevn bi kar anîbin.