Dibe ku qanûna xwepêşandanan a Fransayê bê guhertin

Li Fransayê, piştî çalakiyên 'Êlek Zer'an ku bi hefteyan e dewam dike, niha jî kedkarên çandiniyê dest bi xwepêşandanan kirin. Hikumeta ku bêçare maye, guhertina mafê xwepêşandanê xist rojeva xwe.

Çalakiyên 'Êlek Zer'an ku 17'ê Mijdarê li dijî zêdekirina buhayê sotemeniyê dest pê kir, du hefteyên dawî li Parîsê û gelek bajarên din bû rojeva sereke. Heta niha 2 kes mirin, bi sedan kes birîndar bûn û bi hezaran kes ketin ber lêpirsînê.

KEDKARÊN ÇANDINIYÊ JÎ DEST BI XWEPÊŞANDANAN KIRIN

Bi sedan kedkarên çandiniyê doh li ber walîtiya bajarê Eure-et-Loîrê li hev civiyan û kevirên ku xistibin traktorên xwe, li ber avahiya walîtiyê rijandin. Li ser çalakiyê daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, polîtîkayên Serokkomar Emmanûel Macron, kedkar li bin guhê dîwêr xistine û ji ber vê yekê wan dîwarê ji kevir li ber walîtiyê çêkirin.e

Li paytext Parîsê, ambûlansek li ber Meclîsa Neteweyî hate şewitandin.

HIKUMET DIXWAZE DI MAFÊ XWEPÊŞANDANÊ DE GUHERTINAN ÇÊBIKE

Hikumeta ku guh nade daxwazên 'Êlek Zer'an, dixwaze mafê xwepêşandanê kêm bike.

Doh li Qesra Elyseeyê bi beşdariya Wezîrê Karên Hundir Chrîstoph Castener û gelek wezîrên din civîneke bilind li ser krîzê hate kirin. Daxuyaniyên piştî civînê hatin dayin di vê çarçoveyê de ne.

Sekreterê dewletê yê li Wezareta Karên Hundir Laûrent Nûnez diyar kir ku tenê roja Şemiyê 412 kes hatine destgîrkirin û got, heta niha di ti çalakiyê de ewqas kes nehatine destgîrkirin. Nûnez ragihand, li ser mafê civîn û xwepêşandanê komeke xebatê hatiye avakirin û got, ji sala 2019'an û pê ve dibe ku astengiyên cidî bikevin rojevê.

Yek ji pêşniyarên sereke yên koma xebatê pêşkêş kiriye; li derdora qada xwepêşandanê xelekek berfireh a parastinê bê avakirin, destûr ji kesên 'gumanbar' re neyê dayin ku tevlî çalakiyan bibin û pêçandina rûyê xwe di xwepêşandanê de 'sûc' bê dîtin.

HAT XWESTIN KU XWEPÊŞANDANÊN LI SER AVHEWAYÊ BÊN BETALKIRIN

Wezîrê Karên Hundir Chrîstoph Castaner jî xwest, xwepêşandanên 8'ê Kanûnê yên li gelemperiya welêt li dijî germbûna global werin lidarxistin, bên betalkirin. Castaner bi bîr xist ku 'Meşa ji bo Avhewayê' wê bi banga 60 komele û saziyan li 140 bajarên cuda bên organîzekirin û bang kir ku ev çalakî bên betalkirin.